Mesrûr Barzanî: Referandom bo destverdana sînorê welatên cîran nîne
Şêwirmendê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji rojnameya The Guardian a Brîtanyayê re ragehand, Tirkiye pêwîst nake derbarê referandoma serxwebûna Kurdistanê de nîgeran bibe, ji ber referandom bo dariştina peyvendiyên du alî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ye.’’
Di berdewama axaftina xwe de Mesrûr Barzanî diyar kir, herêma Kurdistanê dixwaza destverdana sînorên welatên cîran nîne û referandom bo diyarkirina wan sînorên di navbera Kurdistan û navçeyên din ên Iraqê dariştinê ye.
Şêwirmendê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê herwaha dibêje: ‘’Dema wê yekê hatiye ku bê qebûl kirin ku modela li gel jiyan kirina Iraqê êdî nemaye, Iraq bi kiryarî dabeş bûye û dengdan di referandomê de tenê bo rastî nîşan danê ye.’’
Basnews
