Serokê berî yê CIAyê: Serxwebûna Kurdistanê zehmet e
David Petraeus di hevpeyvînekê de ji medya Awûstralyayê re ragihand, hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar daye referandûma serxwebûnê encamp bide. Lê zehmet e ku bikarin serbixwe bin.
Serokê berî yê CIAyê amaje bi wê yekê kir, ku di dema serokatiya wî de CIAyê nirxandinek kiriye û gihiştine wê nêrînê ku ji bo bikare dewleta xwe ser lingan bigre û birêve bide, pêwîste hikûmeta Herêma Kurdistanê rojane 800 hezar bermîl petrolê bişîne derve û herwiha her nirxê bermîlekî jî herî kêm 105 dolaran be.
Petraeus dibêje: “Niha hikûmeta Herêma Kurdistanê di rojên bê pirsgirêk de rojane 800 hezar bermîl petrolê berhemtîne. Beşek ji vê petrolê hindarde dike û nirxê her bermîlekê di navbera 40 û 50 dolaran de ye. Lewma jî pêwîstiya Kurdistanê heye da ku alîkariyê ji Bexdayê werbigre.”
Bi nêrîna David Petraeus, di rewşa serxwebûnê de divê hikûmeta Herêma Kurdistanê hewl bide ligel Bexda û Enqerê bigihe rêkeftineke baş da ku bi awayeke aştiyane ligel Iraqê cihê bibe.
Serokê berî yê CIAyê Petraeus, di navbera salên 2007 û 2008ê de Fermandarê Hêzên Hevpeymanan a li Iraqê bû. Petraeus di 2008 û 2010ê de Fermandarê Fermandeya Navendî ya Artêşa Amerîkayê bû. Generalê amerîkî di navbera Îlona 2011 û Kanûna 2012ê de serokatiya CIAyê kir.
Rudaw
