• Saturday, 21 February 2026
logo

Konsolê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê Ken Gros bi boneya Cenja Remezanê pîrozbahî li hemû mislimanên Kurdistanê kir

Konsolê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê Ken Gros bi boneya Cenja Remezanê pîrozbahî li hemû mislimanên Kurdistanê kir
Konsolê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê Ken Gros bi boneya Cenja Remezanê pîrozbahî li hemû mislimanên Kurdistanê kir û daxwaz kir, ku bi kirdarên ciwan hewla têkbirina hizra tundrewî ya DAIŞê bidin.



Konsolê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê, bi boneya Cejna Remezanê peyameke vîdeoyî belav kir û cejna mislimanên li Başûrê Kurdistanê pîroz kir.



Ken Gros di peyama xwe de di peyama xwe de qala qehremantiya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir û mizginiya nêzîkbûna rizgariya Mûsilê û bidawîbûna DAIŞê dubare kir.



Ken Gros di peyama xwe de daxwaz ji gelê Kurdistan û Iraqê kir, ku di cejn û boneyan de bêyî cudahî, berçavgirtina cudahiyên ol û nijadî, herin al3ikariya cîranên xwe, giringî bidin hev da ku DAIŞ nekare careke din vegera welat.

Rudaw
Top