Rêveberek mesîhî derbarê milîsan de bersiva Hesen Nesrullah da
Çend roj berî naha serokê giştî yê milîsên Hizbullaha Lûbnanê Hesen Nesrullah ku nêzîkî Îranê ye, gef li Îsraîlê kiribûn û gotibû ewê milîsên şîe yên Îran, Afganîstan, Pakistan, Iraq û Yemenê bibe Lûbnanê.
Serokê partiya Hêza Lûbnan Semîr Cece ku partiyek mesîhî ya Lûbnanê ye, bersiva Hesen Nesrullah da û ragehand: ‘’Vekirina sînorê Lûbnanê ne mulkê kesê ye û kes bi hikûmeta Lûbnanê ve jî nikare derî ji milîsan re veke.’’
Semîr cece ragehand, ne tiştek mantiqiye sînoran ji xelkê din re veke ku Lûbnanê dagir bike, gelo piştre dê kî wan derbixe.
Basnews
