Tanker teqiya: 148 kes mirin!
Li bajarê Bahawalpur a wîlayeta Penjapê, tankereke petrolê qulipî û petrol jê rijya. Li gorî medya Pakistanê, piştî vê bûyerê bi dehan kes ji bo kişandina petrolê li dora tanker kom bûn. Di vê navberê de tanker agir girt û teqiya.
Li gorî nûçeya öalpera Dawn Newsê, di dema bûyerê de 148 kesan canê xwe ji dest da û zêdetirî 51 kesan jî birîndar bûn.
Herwiha hate gotin, ku tîmên agirvemirandinê karî agir kontrol bikin.
Birîndar ji bo çareseriya pizîşkî rakirine nexweşxaneyan.
Rudaw
