Bucak: Pêvajoya serxwebûna başûrê Kurdistanê ji bo miletê kurd hêvî û ronahiyek mezin e
Gelî Kurdistanê qehreman û bi rûmet
Endam û dostên me ezîz,
Bi minasebetê Cejna Remezanê ez dixwazim di serî de cejna peşmergeyên qehreman pîroz bikim.
Ew pêşmergeyên ku ji zarok û malbatên xwe dûr, ji bo azadî, rizgarî û parastina welatê xwe di sengeran de bi canfedayî şerî kir û dike. Ew pêşmergeyên Başur, Rojava û Rojhelat ku bûye hêvî û baweriya miletê kurd û Kurdistanê. Em bi wan re serfiraz û serbilind in. Ez Cejna Pêşmergeyên me yên qehreman bi van hêstan pîroz dikim.
Pirsa Kurd û Kurdistan bi xebatêk sivîl, demokratik bidomê û em bibin desthilatdar li ser erde baw û kalan. Xebatê me ji bo damezrandina partîyekî yasayî PDK li Bakur jî bibe hevîya gele Kurdistan, ew dem nêze ne dure.
Roj roja piştgirîdayîn, hevxebat, hevgirtin, biratiya kurdan e. Roj roja li ser esasên neteweyî yêkrêziya kurdan e.
Pêvajoya serxwebûna başûrê Kurdistanê ji bo miletê kurd hêvî û ronahiyek mezin e. Piştrastim cejna îsal bibe cejne kî taybet jî bo welatê me Kurdistan û miletê me mizgîniyan bihîne. Gelê Kurdistan roja 25ê îlonê 2017an li Referandumê biryara xwe bo serxwebûna welatê me bide li heremê Kurdistan. Dîrok ji bo doza rewa ya gelê Kurd û Kurdistanê rûpeleke nû destpê bike.
Bi kar û xebat, bi xirêt û Kurdîstanî bûyîn li ser rebaza Barzanî divê em bigihijin armancên xwe. Hebûna Kurdistanê qezenca demokrasî û azadî, bi kurtasî nirxên hevbêş ya cîhanê ye. Em teqez dikin ku Kurdistan bibe hêlîna azadî demokrasî û aşitiyê ya Rojhilata Navîn.
Dubarê cejna we Remezanê pîroz dikim, her demê xwe de şad û bextewar bin Jii bo hemû hewwelatîyan cîhaneke aşitiyane, jiyaneke azad û demokrat, ji xwedayê mezin rehmet nîyaz dikim.
(Dîyarbekîr, 25.06.2017)
Sertaç Bucak, Serokê PDK-Bakur
K24
