5 welatiyên Kurd li Mûsilê canê xwe ji dest dan
Yek ji endamên malbatê Ebdulah Selman diyar kir ku, Di dema fitariyê de moşek li mala bavê min ketiye û dê, bav, bira, jinbira û keça birayê min jiyana xwe ji dest dan." Mala wê malbatê, li Mûsilê 150 metre nêzîkî Mizgefta Nûrî bû û termê endamên malbatê di bin xaniyê de mane.
Ji xizmên qurbaniyan Ebdulwehab Berwarî destnîşan kir, endamên malbatê di bin xaniyê de mane, nikarin herin termên wan derxin û nimêja wan a cenazeyê bikin.
