• Saturday, 21 February 2026
logo

Serokê Partiyekî Tirkumenan: Tirkumen piştevaniya referandomê dikin

Serokê Partiyekî Tirkumenan: Tirkumen piştevaniya referandomê dikin
Serokê Partiyekî Tirkumen û Serokê frakisyona heman partiyê li Parlamentoya Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê ku, Tirkumen piştevaniya referandomê dikin.

Serokê Partiya Geşepêdana Tirkumanî û Serokê frakisyona heman partiyê li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Mihemed Sededîn ji BasNewsê ragehand ku, hemû pêkhateyên cuda li sernaserî Kurdistanê piştevaniya referandomê dikin, ji ber wan pêkhateyan jiyana xwe li Kurdistanê hene û dixwazin biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin.

Serokê Partiya Geşepêdana Tirkumanî û Serokê frakisyona heman partiyê li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Mihemed Sededîn da zanîn ku, gelê Tirkumen li Herêma Kurdistanê biryara xwe dane weke hemû pêkhateyên din û bi dengê belê dê beşdariyê di referandomê serxwebûna Kurdistanê bikin.

Mihemed Sededîn ji BasNewsê re got jî ku, li Bexdayê her yek li gor xwe biryarê dide û desthilatê bikartîne, bê sedem bûdce birîn û alîkariyê nakin, lewma niha ti pêwendiya Herêma Kurdistanê bi Iraqê re nemaye, pêwendiya Herêm û Bexda tenê li ser kaxezê maye, em jî biryara xwe didin, dive referandom di dema xwe ya diyarkirî de were encamdan û xelik biryara xwe bidin.

Herwiha Serokê Partiya Geşepêdana Tirkumanî û Serokê frakisyona heman partiyê li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Mihemed Sededîn aşkere kirk u, hinek partî bi nave Tirkumenan daxuyaniyan li dijî referandomê didin, wan kesan ti rewatî xwe nine, ew kes bi nave xwe daxuyaniyan didin gelê Tirkumen biryara xwe daye.

Basnews
Top