Erdogan: Haya me ji lîstokên li Sûriye û Iraqê heye
Serokomarê Tirkiyê Erdogan bi boneya Cejna Remezanê peyamek weşand û diyar kir, ji ber qeyranên mirovî vê cejnê jî bi xembarî derbas dikin.
Erdogan da xuyakirin, ku bi tevê qeyranên dîplomatîk û pirsgirêkên ewlekariyê ew mijarên derbarê jiyana rojane ya hevwelatiyan jî piştguh naxin, giringiyê didin geşedana Tirkiyê da ku bigihin armancên 2023yê.
Serokomarê Tirkiyê di peyama xwe de got: “Haya me ji lîstokên li Sûriye û Iraqê tên lîstin, ji senaryoyên li herêmê tên nîşandan heye. Lê em hêvî dikin, ku hemû kes vê rastiyê dizane. Tirkiye pariyeke mezin e ku bi lîstokên wiha nayê daqurtandin.”
Erdogan diyar kir, ku ew bi biryar in û dê li qadê bersivê bidin wan aliyên hizir dikin Tirkiyê bi xefikên wiha teslîm bigrin.
Rudaw
