• Saturday, 21 February 2026
logo

Mela Kirêkar: Serokê Lêjneya Mafên Mirov li parlamentoya Kurdistanê casûsê Îranê ye

Mela Kirêkar: Serokê Lêjneya Mafên Mirov li parlamentoya Kurdistanê casûsê Îranê ye
Serokê berê yê rêxistina îslamî-radîkal ya bi navê “Ensarul Îslam” Mela Kirêkar bi tundî êrişî parlamenterê Komela Îslamî ya Kurdistanê û serokê Lêjneya Mafên Mirov li parlamentoya Kurdistanê Soran Omer dike û dibêje, Soran Omer casûsê Îranê û peyayê berpirsê îstixbarata YNKê Lahûr Talebanî ye.

Mela Kirêkar di vîdyoyekî de ku li ser rûpela xwe ya facebookê belav kiriye, bi tundî êrişî parlamenterê Komela Îslamî Soran Omer kiriye û gotiye, Soran bi fermana berpirsê îstixbarata YNKê Lahûr Talebanî casûstî li ser Ebû Musheb Zerqawî (berpirsekî El Qaidê) kiriye, çûye mala wî û wêneyeka min û xwe nîşanî wî daye û gotiye ku binêre ez û Mela Kirêkar çend nêzîkî hev in, bi wî rengî baweriya wan bi dest aniye û li ser wan sîxurtî kiriye.

Mela Kirêkar, ku rêberê rêxistina îslamî-radîkal ya Ensarul Îsalm bû lê sala 2003 baregehên wê û Komela Îslamî ya Kurdistanê li devera Hewraman ya Başûrê Kurdistanê, ji aliyê Amerîka ve hatin wêrankirin,her wiha gotiye, Soran Omer casûsê Amerîka û Îran û peyayê Lahûr Talebanî ye ji ber wê jî bila ti kes baweriya xwe pê nehîne ku behsa maên mirov, gendelî yan jî hilbijartinan dike.

Serokê berê yê Ensarul Îslamî daye zanîn ku wî gelekî ji Soran Omer hez dikir û gotiye, ez bo wî çûm xwazginiyê jinekê jî lê ew gelekî bê wefa û gendel derket. Ew li aliyekî behsa mafên mirov dike li aliyê din jî ew kesên ku qaşo mafên wan diparêze, dide girtin.

Mela Kirêkdar daxwaz kiriye ku Soran Omer were cezakirin û gotiye, bila ti kes pê re nepeyîve da ku bi nexweşiya derûnî (dîn bibe) bikeve. Jixwe nexweşiya dil pê re heye. Carekî ji ber wê nexweşiyê biribûn Îranê û li wir bibû peyayê Îranê.

basnews
Top