CHP: Deshilat li Tirkiyê bi dijayetiya Kurd li ser pêyan e
Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê û parlamenterê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû îro li Amedê ji çapemeniyê re daxuyand û qala xwepêşandana CHPê ya ´Dadwerî´yê û hilweşandina herdû taxên Amedê Elîpaşa û Lalebegê kir.
Tanrikûlû got ku xwepêşandanên dadweriyê gişt ber bi paytextan tê kirin, lê xwepêşandana partiya wan ji Enqerê ber bi Stenbolê ye. Tanrikûlû der heqê xerakirina Elîpaşa û Lalebegê de jî axivî û got ku ew bi xwe li Sûrê mezin bûye û hikûmeta AKPê ti xizmet li Sûrê nekiriye.
Li ser pirsa peyamnerê Rûdawê, Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Sezgîn Tanrikûlû têkildarê Giştpirsiya Serxwebûna Kurdistanê ya 25ê Îlonê jî wiha axivî: "Iraq welatekî yekbûyî û uniter e. Di hundirê unîteriyê de jî Herêma Kurdistanê heye. Referandûm û hewla serxwebûnê divê hikûmeta navendî û herêma Kurdistanê bi dînamîkên xwe di nav aştiyê de pêk bîne."
Rudaw
