• Saturday, 21 February 2026
logo

Baydemîr: Erdoganî bi zîndankirina Demîrtaş tolên xwe vekirin

Baydemîr: Erdoganî bi zîndankirina Demîrtaş tolên xwe vekirin
Peyivdarê Parta Demokratîk a Gelan HDPê ragehand; Erdogan bi zîndankirina hevserokê HDPê tolên xwe vekirin ji berku naxwaze kes rkaberîya wî bike.
Osman Baydemîr di prêskonfiransekî de ragehand; 231 roj li ser zîndankirina perlemantarên HDPê derbaz bûn zîndankirina hevserokên HDPê jî bo dûrxistin û qirkirina siyasetmedarên wê ye.
Baydemîr dadgeha Tirkiyê sûçbar kir û got: Di gel her daxuyanîyeka Erdoganî hijmara sikalayan li dijî perlemantarên HDPê zêde dibe û ta niha 631 sikala hatîne tomarkirin.
Baydemîr eşkera kir; Wezareta Dad a Tirkiya hemû daxuyanyên perlemantarên HDPê kirin sikala û got: Wezareta Dad nivêsareka nihênî arastey dozgerê giştî ê Amedê kir, daxwaz jî jê kir bi zûtrîn dem sikala li ser perlemantarên HDPê berhev biken.
Osman Baydemîr got: Serokkomar û wezareta Dad û hikumeta AKPê bi eşkerayî destûrê Tirkiyê bin pê diken, yê basê serxwebûna dadgehê dike, li dor wê yekê jî dê skalayekê pêşkêş biken.

Waar.tv
Top