Hêzeke cihêreng ava dibe: Kurd, aşûrî, tirkmen û ereb di nav de ne
Hê jî şûnwarên şerê DAIŞê li ser piraniya navçe û gundên Deşta Nînowayê maye. Di sala 2014ê de piraniya Deşta Nînowayê ketibû destê DAIŞê.
Niha ji bo parastina ewlekariya vê herêmê, kart ê kirin da ku hêzeke 5 hezar kesî were avakirin. Li gorî planan dê hemû pêkhateyên vê herêmê di nav de cîh bigrin û ser bi Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ve be.
Parlamenterê kurdên şebek li Parlamentoya Iraqê Salim Şebek di vê derbarê de ji Rûdawê re got: “Ev hêza 5 hezar kesî hemû ne şebek in. Krîstiyan, êzidî, kakeyî, tirkmen û erebên deverê jî dê di nav de cîh bigrin.”
Deşta Nînowayê mozaîka tetewe û olên cihêreng e. Kurd, Ereb, Aşûrî, Keldanî, Tirkmen, herwiha kurdên êzidî, kakeyî misliman û krîstiyan li vê deştê dijîn.
Niha ji sedî 40ê Deşta Nînowayê di bin kontrola Hêzên Pêşmerge de ye. Ji sedî 60 jî di destê Artêşa Iraqê de ye.
Fermandarên pêşmerge dibêjin, eger li herêmê guhertinek an jî sererastkirinek çêbibe, dê li gorî hevhatin û hêza gelan çêbibe.
Fermandarê Pêşmerge Emîd Meran Meran diyar kir: “Ev yek dimîne ser rêkeftina siyasî ya di navbera Hewlêr û Bexdayê. Herwiha dimîne ser biyara xelkê. Weke mînak ka dê krîstiyan bixwazin pêşmerge deverên wan biparêzin yan ne.”
Deşta Nînowayê dikeve navbera rûbarên Dîcle û Xazirê. Ev deşt li bakûr û rojavayê Mûsilê ye û hevsînorê Hewlêr û Duhokê ye.
Rudaw
