• Saturday, 21 February 2026
logo

PKKê li Dêrsimê agir berda barhilgira komirê

PKKê li Dêrsimê agir berda barhilgira komirê
Gerîlayên PKKê li ser rêya Dêrsim û Pulumurê rê birîn û wesayit dane ber agirê. Piştî çalakiyê hêzên ewlekariya Tirkiyê li herêmê dest bi operasyonê kirin.

Êvara roja derbasbûyî (22-06-2017) gerîlayên PKKê, li Xozmereka 15 kîlometre dûrê navenda Dêrsimê, rêya Dêrsim û Pulumurê ji hatinçûnê re birîn.

Di dema çalakiyê de gerîlayan TIRa ku bare wê komir bû, dane ber agir. Li gorî agahiyan tiştek bi şofêrê TIRê nehatiye.

Piştî vê çalakiyê rêya Dêrsim û Pulumurê ji hatinçûnê re hate birîn û herwiha hêzên ewlekariya Tirkiyê ji esman û bejahiyê ve dest bi operasyonê kir.

Rudaw
Top