• Saturday, 21 February 2026
logo

Nûnerê Aşûrî û Siryaniyên Kurdistanê: Hêmin Hewramî gotina dilê me anî ziman

Nûnerê Aşûrî û Siryaniyên Kurdistanê: Hêmin Hewramî gotina dilê me anî ziman
Nûnerê welatiyên Kildan-Aşûrî-Siryanî li parlamentoya Kurdistanê dibêje, baştirîn sitargeha me Herêma Kurdistanê ye.

Berpirsê karên siyasî û pêwendiyên giştî li ofîsa Serok Barzanî, Hêmin Hewramî duh li panêlekî de li ser referandoma serxwebûna Başûrê Kurdistanê li paytexta Tirkiye-Enqerê gotarek pêşkêş kiribû û ragihandibû, Iraq ne tenê bo kurdan lê bo gel û pêkhateyên olî û etnîkî yên din jî şirîkatiyê qebûl nake û mafên wan nade ji ber wê jî gelek ji wan koçberî Herêma Kurdistanê bûne ji ber ku Herêma Kurdistanê cihekî aram e bo wan.

Li ser wan gotinên Hêmin Hewramî, nûnerê welatiyên Kildan-Aşûrî-Siryanî li parlamentoya Kurdistanê Emîr Guge Yûsif ji BasNewsê re got, Hêmin Hewramî gotina dilê me anî ziman di wê panêlê de. Li Iraqê di bi navê şerê terorê de gel û pêkhateyên olî û etnîkî tên tinekirin û kêm maye Iraq di navbera şîe û sunniyan de parçe bibe. Ji ber wê jî tekane cihê aram bo me Herêma Kurdistanê ye.

Emîr Guge Yûsif anî ziman ku mirov li Herêma Kurdistanê azad in û got, rewşa me li Kurdistanê gelekî baş e. Em di hemû warên jiyanê de beşdar in. Hêmin Hewramî di wê panêlê de anî ziman ku Bexdayê qûtê xelkê Kurdistanê qut kir û rayedarên niha yên Bexdayê jî bo vê yekê tiştek nekirin, vêca Kurdistanê dê çawa cardin vegere himêza Bexdayê!

Wî siyasetmedarê Aşûrî da xuyakirin ku ew careka din qebûl nakin bi hêceta yekgirtîbûna Iraqê, pêkhateyên olî û etnîkî bên tinekirin û got, bi sedan bela û êrişên terorîstî bi ser de hat, wê çaxê çima Iraqa yekgirtî ne di xema me de bû! Li her derê dinyayê li ser tiştekî biçûk referanom tê kirin, îja çima li Bexdayê me xayîn dibînin!! Helbet qesta wan tenê ew e ku em tevlî referandomê nebin. Ma biryar nebû em hemû pêkve bijîn, xêr e niha xencer li dijî me tûj kirine!

Basnews
Top