Nûnerê Hoza Erebên Sûne li Xûrmato: Bi belê deng didin referandomê
Bas-bûçûna we li ser encamdana referandomê çiye?
Sair El-Beyatî: Em biryara encamdana referandomê ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê bilind dinerxînin û bi biryarekeî dîrokî bi nav dikin, me xwe amadekiriye ku, tê de beşdarbibin û bi Belê deng li ser bidin, ji ber navçeyên me dikevin di çarçoveya madeya 140 û mafê me heye di çarçoveya wê madeyê de dengê bidin dengê Herêma Kurdistanê daku, ew prose li Herêma Kurdistanê biserbixin.
Bas-Helwesta Kurdan li navçeyê niha ligel we çawaye?
Sair El-Beyatî:Em weke hoza Erebên Sûne sipasiya Kurdan û Hêzên Pêşmerge dikin ku, wan em ji 2 dijminan rizgarkirine DAIŞ û Heşdî Şebî, eger ew nebûyan emê li ser destê wan her 2 dijminan hatiban qirkirin û wêrankirin.
Bas-Revandina welatiyan li navçeyê maye?
Sair El-Beyatî: Belê heta niha gropên çekdar ên Heşdî Şebî bi berdewamî welatiyên Sûne mezheb, Tirkumen û Ereban direvînin, piştî hatina Heşda Şabî li navçeyê heta niha 950 kes hatine revandin û di beramber de 3 milyar dinar bo azadkirina 600 kesan hatiye dayîn, lê çarenivîsa 350 kesên din ne diyare û kes nizane mane yan jî hatine kuştin.
Bas-Rewşa niha ya navçeyê çawaye?
Sair El-Beyatî:Rewşa niha ya navçeyên me di destê Heşda Şebî de gelekî xirabe û bandora xwe li ser wan penaber û koçberan hiştiye, niha ji tirsa Heşda Şebî nikarin tiştekî bikin û bilivin, herwiha roj bi roj metirsî li ser jiyana wan zêde dibe.
Bas-Têkiliya Hikumeta Iraqê li gel we çawaye?
Sair El-Beyatî: Têkiliya Hikumeta Iraqê li gel me gelekî xirabe û heta niha ti alîkarî bo me pêşkêşnekirine, tevî wê yekê jî rêgiriyê li pêşya vegera me ser mal û mulkê me dike, fermana vegera me li ser milk û malên me ketiye destê çekdarên Heşda Şebî de lewma wan navçe dagîrkirine û ew rê li ber me girtine.
Bas-Eger Herêma Kurdistanê serxwebûnê rabgehînê hunê ligel de bin?
Sair El-Beyatî:Gelê Kurdistanê mafê xwe heye biryarê li ser çarenivîsa xwe bide, emê ne tenê li gel serxwebûna Kurdistanê de bin belko rijdbin li ser her tiştê ku, sûdmendiya Kurdistanê tê de hebe bikin, emê ligel de bin ji ber sûdmendiya me tê de heye.
Bas-Hun li gel wê yekê de ne Xûtmato vegere ser Kerkûkê?
Sair El-Beyatî:Belê daxwazê ji Hikumeta Herêma Kurdistanê û Iraqê dikin kar jib o hilweşandina biryara jimare(41) ya sala 1976 dema rejîma Beis bajarê Xûtmato ji Parêzgeha Kerkûkê veqetand û gihande parêzgeha Selahedîn, bi wê biryarê Xûtmato ji Kerkûkê hate veqetandin, em daxwazin Xûtmato li ser Parêzgeha Selahedîn nemîne û vegere ser Parêzgeha Kerkûkê û piştî wê bi temamî vegere ser Herêma Kurdistanê.
Bas-Daxwazên we ji Hikumeta Herêma Kurdistanê çi ne?
Sair El-Beyatî:Daxwazê ji Hikumeta Herêma Kurdistanê dikin hewlbide me vegerîne ser erdê me û penaber rizgar bibin ji ber ku, baweriya me bi Hikumeta Iraqê nîne.
Basnews
