Geştên esmanî di navbera Sûriye û Kurdistanê de dest pê kir
Rêveberê şîrketê Nîzar Silêman ji ajansa fermî ya Sûriyê SANAyê re ragihandiye, ku ji bo welatiyên Sûriyê, şîrketa “Ecnîhe El Şam” seferên xwe yên ber bi welatên cûr bi cûr, zêde dikin.
Herwiha Nîzar Silêman aşkere kiriye, ku seferên ku ber bi Hewlêrê ve têne kirin, ji bo bihêzkirina bazirganiyê û hêsankirina çûnûhatina rêwî û alavan in.
Şîrketa Hêla Esmanî ya “Ecnîhe El Şam” li Sûriyê duyemîn şîrketa herî mezin e.
Hikûmeta Sûriyê û medyaya hikûmetê, li şûna Hêla Esmanî ya Sûriyê, weke ku hêla esmanî ya niştimanî ye, bi şîrketa “Ecnîhe El Şam” re tevdigerin.
Rudaw
