Nûnera Hikûmeta Kurdistanê li Amerîka: Komek endamên Kongreya Amerîka pişta serxwebûna Kurdistanê digirin
Beyan Samî Ebdulrehman ji televîzyona K24 re li ser referandomê axifiye û gotiye, Amerîka girîngiyê dide referandoma serxwebûna Kurdistanê.
Nûnera Hikûmeta Kurdistanê her wiha gotiye, ew bi berpirsên Amerîkî û medyaya Amerîka re behsa referandomê dikin û qest û armanca gelê Kurdistanê ji encamdana referandomê ji wan re şirove dikin.
Wê dîplomata kurd daye zanîn ku ew ji amerîkiyan re dibêjin ku referandom mekanîzmeka demokratîk bo ragihandina serxwebûnê.
Beyan Samî Ebdulrehman li ser helwesta fermî ya Amerîka li hember referandoma Kurdistanê jî gotiye, Amerîka ne li dijî referandom û serxwebûna gelê Kurdistanê ye tenê dibêje niha ne dema wê ye. Em jî ji wan re dibêjin ku niha baştirîn firsend û dema wê ye çimkî Iraq mafên gelê Kurdistanê nade û wek şirîk li kurdan nanihêre.
Li gorî wê rayedara Hikûmeta Kurdistanê, komek endamên Kongreya Amerîka piştevaniya serxwebûna Kurdistanê dikin û di wê baweriyê de ne ku mafê Kurdistanê heye bibe welatekî serbixwe.
Basnews
