• Saturday, 21 February 2026
logo

Fermandeyekî Pêşmerge: Êrişên vê dawiyê yên DAIŞê li dijî Pêşmerge şêlû û bi guman in

Fermandeyekî Pêşmerge: Êrişên vê dawiyê yên DAIŞê li dijî Pêşmerge şêlû û bi guman in
Fermandeyekî Pêşmerge bi guman li êrişên vê dawiyê yên DAIŞê li dijî Pêşmerge dinêre û dibêje, îhtimal heye neyarên referandoma serxwebûna Kurdistanê ew êriş dabin kirin.

Di nav çend rojên borî de çekdarên DAIŞê bi taybet li devera Xurmatû êrişên xwe li dijî hêzên Pêşmerge zêde kirine.

Li ser vê yekê fermandeyê Pêşmerge li eniya Guwêrê (Mexmûr) Cemal Mortke ji BasNewsê re got, ji destpêka hefteya borî ve êriş û çalakiyên DAIŞê li dijî Pêşmerge zêde bûne. Dibe ku ew êriş bo astengkirina referandoma serxwebûna Kurdistanê bên kirin. Em piştrast in ku destekî biyanî li pişt van êrişan de ye.

Cemal Morte her wiha got, eger texmîna me rast be wê çaxê meha bê dê êrişên li dijî Pêşmerge zêdetir bin û Pêşmerge dîsa bikeve nav şer. Ew bi wan êrişan dixwazin bêjin qaşo bo Iraqeka yekgirtî şer dikin û li dijî referandom û serxwebûna Kurdistanê ne.

Wî fermandeyê Pêşmerge da xuyakirin ku çekdarên DAIŞê şer dikin lê bi nûnertiya neyarên Kurdistan û referandomê şer dikin û got, lê bila ew bizanin ku nahêlin bihustek xaka me jî bikeve destê wan.

Basnews
Top