Berpirsekî PDKê: Iraqê çavên xwe berdaye xaka Kurdistanê
Berpirsê PDKê li bajarê Xaneqînê şêx Ceifer şêx Mistefa ji BasNewsê re got, hikûmeta Iraqê rojê arîşeyekî ji Başûrê Kurdistanê re derdixe, vê carê jî dest bi dijîtiya referandoma serxwebûna Kurdistanê kiriye.
Şêx Ceifer şêx Mistefa her wiha got, hinek siyasetmedar û berpirsên Iraqê li deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê dest bi wê tirsandina xelkê kirine da ku tevlî referandomê nebin. Wan çavên xwe berdane xaka Kurdistanê û naxwazin li Kurdistanê aramî hebe.
Wî berpirsê PDKê anî ziman ku welatiyên deverên Kurdistanî guh nadin tehdîd û xapandinên wan ji ber ku soz dane roja referandomê dengê “erê” bidin serxwebûna Kurdistanê.
Basnews
