Balyozê berê yê Amerîka li Sûriyê: Kurd dê ji ber baweriya ku bi Amerîka tînin, baceka giran bidin
Robert Ford di hevpeyvîneke xwe ji bo rojnameya erebî El Şerq El Ewset eşkere dike ku piştî şerê DAÎŞê Amerîka dê kurdan ji rêjîma Sûriyê neparêze.
Ford her wiha daye xuyakirin ku kurdên Sûriyê dê ji ber baweriya ku Amerîkiyan tînin, baceka giran bidin.
Li gor wî dîplomatî Amerîkî, heger Kurd bi temamî xwe teslîmî Esed nekin, Îran dê wan ji nav bibe û Tirkiye jî bi vê yekê dilxweş e.
Basnews
