Serkirdeyê DAIŞê "Ebûbekir Misrî" hat kuştin
Operasyona kontrolkirina aliyê rojavayê bajarê Mûsilê ji aliyê hêzên hevbeş ên Iraqê ve berdewam e û îro hêzên ser bi Polîsê Federalî yê Iraqê ve mizgevta Hadiyîn ji destê DAIŞê derxistin û kontrol kirin.
Fermandeyê Polîsê Fedralî yê Iraqê li Mûsilê, Rayid Şakir Cewdet di daxuyaniyekêde ragihand, ku îro duşembiyê 19ê Hezîranê hêzên wan karîne mizgevta Hayidîn li Mûsila Kevin ku dikeve aliyê rojavayê bajarê Mûsilê kontrol bikin.
Raid Şakir Cewdet got, kontrolkirina mizgevta Hayidîn ji alyê hêzên Polîsê Federalî yê Iraqê ve piştî rûbirûna tund a çekdarên DAIŞê û şerekî dijwar çêbûye.
Fermandeyê hêzên Polîsê Federalî yê Iraqê li bajarê Mûsilê herwiha da xuyakirin, ku di şerê îro de hêzên wan serkirdeyekî pilebilind ê DAIŞê yê bi navê Ebûbekir Misrî kuştine.
Roja 18-6-2017 hêzên hevbeşên Iraqê dest bi operasyona kontrolkirina Mûsila Kevin li rojavayê Mûsilê kirin.
Rudaw
