• Saturday, 21 February 2026
logo

Parêzgarê Kerkûkê: Kerkûk ji referandoma serxwebûnê re amade ye

Parêzgarê Kerkûkê: Kerkûk ji referandoma serxwebûnê re amade ye
Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ragihand, Kerkûk bo encamdana referandoma serxwebûna Kurdistanê amade ye.

Ofîsa parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm, di daxuyaniyekê de, ku kopiyek bo BasNewsê hatiye şandin, ragihandiye ku parêzgar Necmedîn Kerîm îro danê sibê bi berpirsên dezgehên fermî yên Kerkûkê re civiyaye û ji wan re gotiye ku referandom piroseyeka demokratîk e.

Di daxuyaniyê de hatiye ragihandin ku Necmedîn Kerîm behsa şerê DAIŞê jî kiriye û gotiye, dezgehên fermî yên Kerkûkê bo encamddana referandomê amade ne.

Referandoma serxwebûna Kurdistanê roja 25 Îlona îsal tê encamdan. Referandom li deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê jî tê kirin.

Basnews
Top