‘Wezîrê Derve yê Kurdistanê’: Raya giştî ya cîhanê pişta serxwebûna Kurdistanê digire
Felah Mistefa li ser referandoma serxwebûna Kurdistanê ji ajansa Sputnîk ya Rûsî re axifiye û gotiye, gelê Kurdistanê gelek derd û êş kişandiye û gelek zilm lê hatiye kirin ji ber wê jî divê çareyek ji vê yekê re were dîtin. Referandom dê bibe deriyê vê çareyê.
Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve, ku ji aliyê ajansê ve wek “Wezîrê Derve yê Kurdistanê” hatiye nasandin, diyar kiriye ku Herêma Kurdistanê her dem hewl daye wek beşek ji Iraqê bimîne û mafên xwe bistîne lê berpirsên Bexdayê nexwastine û naxwazin mafên Kurdistanê bidin ji ber wê jî biryar daye referandomê pêk bîne.
Felah Mistefa bang li hikûmeta Iraqê jî kiriye hurmeta îradeya gelê Kurdistanê bo encamdana referandomê bigire.
Wî rayedarê Herêma Kurdistanê daye xuyakirin ku referandom dê kêşeyan çareser bike ne bibe kêşe û gotiye, tenê gelê Kurdistanê dikare biryar bide referandom were encamdan yan na.
Felah Mistefa gelê Kurdistanê piştrast kiriye ku raya giştî ya cîhanê piştevaniya serxwebûna Başûrê Kurdistanê dike û ragihandiye, ew ji helwesta hinek welatan, ku li dijî referandomê ne, fam dikin û gotiye, helwesta wan welatan ji ber pîvan û pirensîbên navdewletî ye.
Basnews
