• Saturday, 21 February 2026
logo

YNKê piştgirî da referanduma Kurdistanê

YNKê piştgirî da referanduma Kurdistanê
YNKê di civîna xwe ya îro de biryara da, ku piştgiriya giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê bike.
Îro Encumena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li bajarê Silêmaniyê civiya, da ku gotûbêjê li ser çend mijarên di rojeva Başûrê Kurdistanê de û bi taybet mijara referandumê bike.
Berî demekê, civîna encumena serkirdatiya YNKê li Silêmaniyê bi dawî hat û li gorî agahiyan, YNKê di civîna xwe de biryara xwe ya dawîn li ser mijara referanduma li Başûrê Kurdistanê da.
Li gorî zanyariyan, YNKê bi piraniya dengan biryar da, ku piştevaniyê li gitştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê bike.
Li gorî medyayên YNKê, di civînê de herwiha biryara hatiye dan, ku YNKê xebatê ji bo giştî mijarên netewî bike û nûnerê xwe yê di Komkîteya Lidarxistina Referandumê de jî destnîşan bike.

Top