• Saturday, 21 February 2026
logo

Erebistana Siûdî: Pêwîstiya me bi Tirkiyê nîne

Erebistana Siûdî: Pêwîstiya me bi Tirkiyê nîne
Erebistana Siûdî daxwaza Tirkiyê ya avakirina binkeyeke leşkerî li wî welatê red kir.

Hikûmeta Erebistana Siûdî bi daxuyanikê ragihand: “Pêwistiya wan bi binkeyeke leşkerî ya biyanî nîne, qabiliyeta wan a leşkerî û hêza wan çekdarî di asta herî jor de ye.”

Rêveberiya Erebistana Siûdî herwiha destnîşan kir ku hêzên wan ji bo aramkirina ewlehiya Rojhilata Navîn û têkoşîna dijî terorê, binkeya leşkerî ya Încîrlîkê jî di nav de li gelek welatan beşdariya operasyonanên girîng dike.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan roja Înê derbarê krîza Qeter û welatên Kendavê de daxuyanî dabû û ragihandibû ku ew dixwazin binkeyeke leşkerî ya wekî li Qeterê li Erebistana Siûdî jî ava bikin.

Rudaw
Top