Leşkerekî Efxanistanî 4 leşkerê Amerîkayî kuşt!
Ev êrîşên bi vî rengî yên ku pêşdikevin di demên davî de dinava artêşa Amerîkayê de paxav ango tirsek ava kir. Rayedarên Efxanistanê dan xuya kirin, leşkerekî Efxanî gule barandiye û di encamêde 4 leşkerên Amerîkayê kuştiye.
Berdevkê baskê artêşa 209. Ebdul Qahar Aram, derbarê êrîşê de diyar kir ku wan êrîşek li hember wergeha li herêma Mezarê Şerîf pêk anîne, piştre jî êrîşkar kuştine.
Berdevkê wezareta parastinê ya Efxanistanê Dawlet Wezîrî jî êrîş piştrast kir. Koma bi navê misyona piştgîriya bi biryar di hesaba xwe ya Twitter de diyar kir ku tenê 4 leşkerên Amerîka birîndar bune, lê leşkerekî Efxanî hatiye kuştin û yek ji wan jî birîndar buye.
Ji aliyekî din ve berdevkê Talîban Zebîhulah Mucahîd bi daxuyaniyeke bi pesin ji bo êrîşê weşand û berpirsiyartiya wê lê vegerand û berpirsyariya êrîşê red kir. Êrîşên bi vî awayî berdewam pêktên.
Di demên davî de di nava artêşa Efxan de ya ku Amerîka û Efxanistan bi hevre kar dikin, li hember leşkerên Amerîka pir caran êrîş pêkhatine.
Rojên derbas buyî de jî leşkerekî Efxanî 2 leşkerên Amerîka kuştibu û êrîş jî Taliban girtibu ser xwe.
Basnews
