• Saturday, 21 February 2026
logo

Daxwaz ji Angela Merkel tê kirin piştevaniya serxwebûna Kurdistanê bike

Daxwaz ji Angela Merkel tê kirin piştevaniya serxwebûna Kurdistanê bike
Cîgirê serokê rêxistina ciwanên demokrat ê cîhanê, di birêveçûna hevdînek li gel şêwirmenda bilind a Almanya de diyariyek kurd a ‘’Ala Kurdistanê’’ pêşkeş kir.

Cîgirê serokê rêxistina ciwanên demokrat ê Cîhanê Felah Hesen di hevdîtina li gel şêwirmenda Almanya Angela Merkel de ala Kurdistanê wek diyarî pêşkeş kir.

Felah Hesen ji BasNewsê re ragehand: ‘’Dema ku me diyariya ciwanên Kurdistanê pêşkeş birêz Merkel kir, li diyariya me nêrî û dît ku hatiye nexşandin bi ala Kurdistan û Almanyayê, ji min re got; ‘’Ez pir bi vê diyariya xweşik keyfxweşim, spasiya we dikim.’’ Min jî daxwaz lê kir ku piştevaniya gelê me bike.’’

Basnews
Top