• Saturday, 21 February 2026
logo

Wezîrê berê yê derve yê Tirkiyê: Kurdistan dê ava bibe

Wezîrê berê yê derve yê Tirkiyê: Kurdistan dê ava bibe
Wezîrê berê yê derve yê Tirkiyeyê Yaşar Yakiş ji rojnameya Duvar re diyarkir ku, baştirîn rê li ber Tirkiye danûstaninên baş ligel Kurdan e.
Yakiş di hevpeyvîna xwe ya li gel rojnameyekî Tirkî a bi navê gazete duvar de destnîşankir ku Tirkiye dive vê rastiyê bide ber çavan ku, dewletek Kurd dê ava bibe. Rêzgirtin li encamên ku ji aloziyên Iraq û Suriye derketî, ji bo Tirkiye siyaseta herî rast e. Kurd dikarin dewleta xwe ava bikin an wekî federasyon bimînin, di her encamê de ya rast ew e ku, Tirkiye rêzê li vê iradeyê bigre”.
Yakiş ragihand ku civata navneteweyî dizane ku 35-40 milyon Kurd, ew neteweyê herî mezin e ku bê dewlet e. Rojekê dibe ku ji Iraq a îro be, dewletek Kurd damezre û ew pêvajo dê berdewam bike. Ger em çavdêriyek baş bikin, dive vê realiteyê em bibînin”

Top