• Saturday, 21 February 2026
logo

DAIŞê êrişa Orşelîmê girt ser xwe

DAIŞê êrişa Orşelîmê girt ser xwe
Rêxistina terorîstî ya DAIŞê dibêje, ew êrişa ku duh li bajarê Orşelîm yê Îsraîlê hat kirin, ji aliyê çekdarên wê ve hatiye kirin.

Duh li bajarê Orşelîm yê Îsraîlê, 3 kesên çekdar bi kêran û çekan êrişî hêzên îsraîlê kirin. Di wê bûyerê de polîseka Îsraîlî bi navê Hedas Melka hat kuştin û çend kes jî birîndar bûn.

Asayişa Orşelîmê ragihand ku her sê çekdar jî hatine kuştin.

Rêxistina DAIŞê îro li ser malperên xwe yên civakî ragihandiye ku ew êriş ji aliyê çekdarên wê ve hatiye kirin.

DAIŞê wêneya wê polîsa Îsraîlî û navên çekdarên xwe jî belav kiriye û gefa berdewamiya êrişan li dijî Îsraîlê xwariye.

Basnews
Top