• Saturday, 21 February 2026
logo

Amerîka biryara desteserkirina pasevanên Serokkomarê Tirkîye Recep Tayyîp Erdogan da.

Amerîka biryara desteserkirina pasevanên Serokkomarê Tirkîye Recep Tayyîp Erdogan da.



Peyamnerê WAAR Nail Kadırhan raghand; Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li ser biryara Amerîkayê li Koşka Serokomariyê di bernameya fitarê de axivî û wiha got: ”Ez li Amerîkayê bûm, rêxistina terorî ya PKKê, alîgirên rexistina Fethullah Gulenî bi hev re bûn yek, 40-50 metre li dûr li dijî şexsê min xwepêşandan dikirin. Polîsê Amerîkayê tiştekî nedikir. Gelo heman tişt li Tirkiyê pêk bihata, helwest dê çawa bûna, ma hûn dikarin bifikirin? Ji nijada me, ji welatiyên me du kes, tevî ku li wir ti tiştekî nekirine û destwerdana kesên li wir kirine, duh ew xistine girtîgehê. Ma tiştekî wisa dibe? Di derbarê pasevanên min de ji bo 12 kesan biryara girtinê dane. Ev yasayeke çawa ye, ev hiqûqeke çawa ye? Eger ew min neparêzin, ji ber çi ez wan bi xwe re bibim Amerîkayê? Ezê li Amerîka xwe li Hans u George bi parezim” Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan 16ê Nîsanê demê çu bu Amerîkayê li hember balyozxaneya Tirkiyê ya li Washingtonê bi pasavanên wî xwepêşanderan re pevçûbûn.
Top