• Saturday, 21 February 2026
logo

Eniya Tirkmanî ji ber Ala Kurdistanê doz vekir

Eniya Tirkmanî ji ber Ala Kurdistanê doz vekir

5 Parlementerên Eniya Tirkmenî ji ber hildana Ala Kurdistanê li ser sazî û dezgehên fermî li parêzgeha Kerkûkê, doz derbarê Serokê Encûmena Parêzgehê Kerkûkê Rebwar Talebanî de vekir.
Serokê Encûmena Parêzgehê Kerkûkê Rebwar Talebanî jî diyar kir ku 5 Parlementerên Eniya Tirkmenî derbarê wî de li Bexdayê serlêdana dadgehê kirine.
Rebwar Talebanî diyar kirk u li parêzgeha Kerkûkê bilindkirina Ala Kurdistanê li ser avahiyên saz û dezgehên fermî yasayî ye û got: Ti tirsa me nîne. Em dê herin her dadgehê.
Talebanî destnîşan kir ku ew dê 3yê Tîrmehê li Bexdayê di rûniştina dozê de amade be û dê belgeyên biryarên standinê pêşkêşî dadgehê bike.
Top