Cigirê serfermandarê Pêşmerge: Em li Şingalê ji tevgera PKKê û heşdî şeibî bi guman in!
Cîgirê serfermandarê Pêşmerge Salar Mihemed Cebarî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ev çend roje tevgerên PKKê û heşdî şeibî li sînorê Şingalê zêde bûye, pir bi guman jî tevdigerin, ji ber PKK hesabê bo rêveberiya Şingalê nake, ti hesabekê bo hikûmeta herêma Kurdistanê nake, dibe ev tevgera PKKê û heşdî şeibî peyvendiya xwe bi pirsa hîlala şîe ve hebe, ku naha heşdî şeibî dixwaze wek girê wî sînorî girêbide.’’
Herwaha wî fermandarê Pêşmerge bi tundî PKK hişyar kir ku Şingalê vala bikin, ji ber: ‘’Peyvendiyên wan li gel heşdî şeibî heye û naha sûd ji binpêkirinên rêkeftina Hewlêr û Bexda verdigrin, ku heşdî şeibî ew binpêkirin pêkanîne.’’
Dawiyê de jî got heşdî şeibî alîkariya PKKê dike.
Basnews
