• Saturday, 21 February 2026
logo

Xaneqîn – Çekdarên Heşda Şeibî bi navê DAIŞê êrişî gundekî kirin!

Xaneqîn – Çekdarên Heşda Şeibî bi navê DAIŞê êrişî gundekî kirin!
Berpirsekî PDKê li Xaneqînê dibêje, çekdarên Heşda Şeibî bi navê terorîstên DAIŞê êrişî gundekî Xaneqînê kirine.

Berpirsê liqa 15 ya PDKê li bajarê Xaneqînê şêx Ceifer şêx Mistefa ji BasNewsê re got, derengiya şeva borî 6 çekdar, ku xwe wek çekdarên DAIŞê nîşan dabûn, êrişî gundê Seyde yê Xaneqînê kiribûn û xwastibû muxtarê gund birevînin lê xelkê gund nehîştibûn.

Şêx Ceifer şêx Mistefa her wiha got, ew çekdarên ku êrişî gund kiribûn ne endamên DAIŞê bûn, milîsên Heşda Şeibî bûn, ji ber ku şêwazê şer û êrişkirinê ne mîna yê DAIŞê bû.

Wî berpirsê PDKê da zanîn ku wan çekdaran li dû xwe cîhazek hîştine û got, me ew cîhaz şandiye asayişê bo lêkolînê jib o ku em bizanin ew cîhaz ya DAIŞê ye yan jî ya Heşda Şeibî.

Basnews
Top