Komîsyona Hilbijartin û Referandoman: Li ser formên dengdanê zimanên turkmanî, erebî û aşûrî jî tên nivîsandin
Piştî ku Serok Barzanî bi fermî ferman da Komîsyona Hilbijartin û Rapirsiyan, komîsyonê dest bi amadekariyên referandomê kiriye.
Berdevkê komîsyonê Îsmaîl Heme Elî li ser amadekariyên komîsyonê ji televîzyona K24 re gotiye, li ser formên dengdanê ji bilî zimanê kurdî, zimanên turkmanî, aşûrî û erebî jî tê nivîsandin da ku welatiyên ne kurd yên Kurdistanê bikarin bi hêsanî deng bidin.
Îsmaîl Heme Elî da zanîn ku zêdetirî 2.5 milyon kes li deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê dikarin deng bidin.
Referandoma serxwebûna Başûrê Kurdistanê roja 25 Îlona îsal tê encamdan.
Basnews
