• Saturday, 21 February 2026
logo

AMED – ‘Dewlet wekî nimêjê ferz e’

AMED – ‘Dewlet wekî nimêjê ferz e’
Giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê ya di 25ê Îlonê de tê çêkirin, di nav xelkê Bakurê Kurdistanê de jî bi coş û kelecaneke mezin tê gotûbêjkirin. Hinek niştecihên Amed a Bakurê Kurdistanê dewletbûna Kurd û Kurdistanê wekî nimêjê ferz dibînin, hinek ji wan jî ji bo dewletbûnê balê dikêşin ser hevgirtin û yekbûnê.

Apê Hecî Kemal ê temen 80 salî jî yek ji wan kesan e ku bi çar çavan hêviya ragihandina serxwebûna Kurdistanê ye. Ew bi xwe ji bajarê Mêrdînê ye û derdora 40 salan e li Sûra Amedê di avahiyeke dîrokî de rûdine. Di temenê xwe yê dirêj de bûye şahidê gellek nexweşî û komkujiyên ku hatine serê Kurdan. Lewma Apê Hecî Kemal dewletbûnê wekî felat û rizgariyê dibîne û dibêje ku ji Kurdan re dewletbûn wekî nimêjê ferz e.

Hecî Kemal Akyol ji Rûdawê re wiha got: “Li ser Kurdan heta niha çendîn komkujî çêbûne. Ez dikarim bêjim ku çawa ji her miletek re dewlet ferz e, bi heman awayî ji Kurdan û Kurdistaniyan re jî dewlet wekî nimêjê ferz e. Dema dewletek çêbe çawa ku nimêj ferz e, ew jî wisa ferz e. Dema ku mirov ne bi hev re be, ne ji hevdû ye. Kurdistana Iraqê ger bi rastî û duristî bibe dewlet dê hersê beşên din ên Kurdistanê jî pê re bin.”

Hevniştiman Salih Kizil jî bi salan e li Amedê wekî firoşkarekî gerok dixebite. Li gor wî sedemê hejariyê bêdewlet bûn û sedemê bêdewletbûnê jî hevnegirtina Kurdan e.

Kesekî bi navê Salih Kizil jî got: “Ger yekbûn çêbe, hêz û quwet çêdibe. Ger yekbûn çêbe, rê diyar û zelal dibe û hingê cîhan te nas dike. Gava bawerî û yekbûn çêbû, dewlet ji xwe ber çêdibe. Gava yekbûn û bawerî çênebe dewlet çênabe. Hemû zana û pêkhateyên me, hemû oldar û dîndarên me, hemû eşîretên me, hemû kesûkarên me bila gişt rûnin gotina xwe bikin yek.”

Referandûm û giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê di nav bakuriyan de bi kelecan û germahiyeke mezin tê pêşwazîkirin.

Welatî Hivzî Çelîkbaş jî anî ziman: “Dema em Kurd bibin dewlet dê sûda me bigihêje mirovahiyê. Dê sûda me bigihêje dewletên cîran. Dê sûda me bigihêje însanên cîhanê.”

Tarik Hanalday jî wiha axivî: “Referandûma dewletbûnê em pir baş dibînin. Heqê Kurdan e. Heqê wî gelî ye. Gelê Kurd jî netew û miletek e. Kurd jî Xwedê daye.”

Welatî Hadî Yagiz jî diyar kir ku serxwebûn û dewletbûn dê di berjewendiya her çar parçeyên Kurdistanê de be.

Roja 7ê Hezîranê di bin pêşengtiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de bi nûnerên pêkhate, partî û rêxistinên Herêma Kurdistanê re biryar hat dayîn ku di 25ê Îlona 2017an dengdan û referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê were çêkirin.


rudaw
Top