• Saturday, 21 February 2026
logo

Peyama serxweşiya Serok Barzanî ya ji bo malbata Lîwa Faruq Qadir Heme Salih

Peyama serxweşiya Serok Barzanî ya ji bo malbata Lîwa Faruq Qadir Heme Salih
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Ji bo malbata birêz Lîwa Faruq Qadir Heme Salih

Bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya Lîwa Faruq Qadir Heme Salih kurê şehîd Qadir Heme Saleh naskirî bi Qale Sur gihîşt me.

Bi vê helkefta xemgîn de pirse û serxweşiyê pêşkêşî malbata we ya têkoşer û hemû hevalên xwedê jêrazî û xizm û kesukarên we dikim û xwe bi beşdarê xema we dizanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim giyanê Kak Faruq bixe ber dilovaniya xwe û aramî û sebirê jî bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
14.06.2017

Top