Li Amerîkayê êrişa çekdarî
Li gorî nûçeya Reutersê di bûyerê de ji 50 heta 100 caran dengê guleyan hatiye bihîstin û 3 kes jî birîndar bû. Li cihê bûyerê 15-25 endamên kongreyê jî hebûne.
Polîsê Virginiayê ragihand ku bûyer ji aliyê wan ve hatiye kontrolkirin.
Berdevekê Koşka Spî Sean Spicer jî li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha got: “Hem Serok û hem Cîgirê Serok jî bûera Virginiayê agahdar in. Em ji dil û can ve ligel kesên ku bûyerê bandor li wan kiriye ne.”
Herwiha polîsan ragihand ku êrişker hatiye girtin.
