Serok Barzanî pêşwaziya şandekî bilinda Partiya (Elmutemer Elwetanî ElIraqî) kir
Li hevdîtinê de ku bi amadebûna Fazil Mîranî Sekreter û Mehmud Mihemed Endamê Mekteba Siyasiya Partiya Demokrata Kurdistanê birêveçû, di derbarê rewşa siyasî û emniya Iraqê û şerê dijî terorîstan li Musil û qonaxên piştî Da'îşê de danustandina bîr û ramanan kirin.
Her li vê civînê de şanda mîhvan ragihand ku piştî koça dawî ya xwedê jêrazî Ehmed Çelebî partiya wan bi qonaxên dijwar da derbasbû lê belê kariye astengan derbas bikin. Şandê piştevaniya xwe ji bo mafê rewaya diyarkirina çarenûsa gelê Kurdistanê û encamdana referandûmê derbirî û amadehiya xwe ji bo hemû cûre piştevaniyek ji bo serkeftina zêdetirê proseyê xisterû. Serok Barzanî spasî helwesta şanda mîhvanan kir û ragihand ku gelê Kurdistanê hemû rêyên ji bo hevkarî û pêkvejiyanê li çarçêweya Iraqê da ceribandiye û herdem bi înkarî û îhmalkirin û çewsandinê ve bersîvê dane ji bo wê yekê jî niha gelê me dixwaze raya xwe bi civaka navdewletî bibêje û bi rêyên aştiyane û diyalog û hevdû têgihiştinê daxwaza mafên xwe dike.
Li beşekî dinê civînê de ronahî xistin li ser paşaroja siyasiya Iraqê û hilbijartinan û metirsiya nemana tewafuq û şeraketê û her wiha wan gefên ku li qonaxên pêş de rûbirûyê Iraq û navçeyê dibin. Her dû alî li ser hemahengî û peywendî û guftûgoya berdewam li ser pêşhatên siyasiyan de bi hevrebûn.
