Li Londonê agir bi avahiyeke 27 qatî ket
Li gor agahiyan li taxa Latimer Road a Londonê di avahiyeke 24 qatî li qata duyem de seat 00.54ê agir derket û piştre agir li tevahiya qadên avahiyê belav bûye.
Avahiya bi navê Tawera Girîn-fel li Londonê ku ji 24 qatan pêk tê şewitî, û li gorî zaniyariyên destpêkê 2 kes ji ber agir bûne qûrbanî.
Li gorî dîmenên ku hatine belavkirin, agir bi tavahiya qatên wê avahiyê ve ketiye, û tîmên taybet hewl didin agir kontrol bikin.
Ew avahî li devera Lan-kister Wêst ya bajarê Londona paytexta Brîtaniya dikeve, ku 200 karmendên agir vemirandinê û 40 otomobîlên taybet hewla kontrolkirina agir didin.
Li gorî daxuyaniya kesên di nava avahiyê de bûne, ji nişkêve zengilê haydarkirinê hatiye lêdan, û dûman di nava wê avahiyê de belav bûye, û destpêkê agir bi rexê rastê yê wê avahiyê ketiye.
Rudaw
