• Saturday, 21 February 2026
logo

Goran: Em daxwaza cîbicîkirina peyama Barzanî dikin

Goran: Em daxwaza cîbicîkirina peyama Barzanî dikin
Piştî belavbûna zanyariyan derbarê wê yekê de, ku PDK razî bûye, ku Parlamentoya Kurdistanê bi vê desteya niha ya serokatiyê were çalakkirin û serokê niha ya parlamentoyê Yûsif Mihemed jî serokatiya yekemîn civînê bike, Berpirsê Medyaya Goranê Ebdurezaq Şerîf ragihand, Goran daxwaz dike ku naveroka peyama Barzanî were cîbicîkirin.

Berpirsê Medyaya Goranê Ebdurezaq Şerîf di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Yûsif Mihemed ti arîşeyeke yasayî nîne, eger peyama Barzanî weke xwe were cîbicîkirin û her sê serokatî bi pakêtekê bi rêya parlamentoyê ve guhertin tê de werin kirin, Tevgera Goranê ti arîşeye nîne.”

Ebdurezaq Şerîf herwiha senariyoyeke din pêşniyar dike û dibêje: “Goran bi wê yekê jî razî ye, ku dema xwe civîna aliyên siyasî li Şarê Cuwan a Silêmaniyê li kuderê rawestiya, her ji wê derê ve dest pê bike.”

Îro sêşembî 13ê Hezîrana 2017ê, her du polîboruyên PDKê û YNKê bi hev re civiyan û li gorî agahiyên Rûdawê, her du partiyan di vê civînê de aktîvkirina parlamentoyê û şêweya wê yekê gotûbêj kirine.

Herwiha di civîna îro de, PDKê ji YNKê re ragihandin, ku di civîna îro de şanda PDKê ji şanda YNKê re gotiye, ku wan “arîşe li gel wê yekê nîne, ku Parlamentoya Kurdistanê were aktîvkirin û serokê niha yê parlamentoyê jî serokatiya yekemîn civînê bike.”

Li gorî zanyariyan, “mercê PDKê bo razîbûna li ser çalakkirina parlamentoyê û rêvebirina civîna yekem ji aliyê Yûsif Mihemed ve ew bûye, ku di civîna duyem de Goran kesekî din li cihê serokê niha yê parlamentoyê berbijêr bike û serokek nû ji parlamentoyê re were destnîşankirin.”

Ofîsa Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Selahedîn Behdaîn jî ew agahî ji Rûdawê re piştrast kir û ragihand: “Parlamentoya Kurdistanê bi vê desteya serokatiyê ya niha vet ê aktîvkirin û wezîrên Goranê jî dê vegerin nava kabîneyê û ser karên xwe.

Rudaw
Top