YNK: Digel PDK liser karakirina Perlemantoy û kodengiya Niştîmanî rêkkeftîn
Mekteba siyasî ya Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê ragehandnek li dor kombûna duh ya digel Partîyê û karakirina Perlemantoyê Kurdistanê belavkir û têde ragehand; Partî û Yekîtî dûr ji çavkên ragehandinê kombûn û piştî danustandineka berpirsyarane li ser pirsên serekî yên Niştîmanî û kurdayetiyê, herdu alî li ser karakirina Perlemantoy û drustkirina kodengîya Niştîmanî li ser Referandoma serxwebûna Kurdistanê rêkkeftin.
Da zanîn jî ku rêkketina hatî kirin gaveka başe ji bo çarekirina rewşê û pêdivîye gavên baştir jî di dûv da bên daku zemîneyeka baş ji bo kodengîya niştîmanî û serxistina Referandomê dirust bibe.
Waar.tv
