• Saturday, 21 February 2026
logo

Ji Erdogan daxuyaniya referandûma Kurdistanê

Ji Erdogan daxuyaniya referandûma Kurdistanê
Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de got, ew wekî gaveke şaş dibînin û ew dixwazin rêveberiya Herêma Kurdistanê ligel Bexdayê bişêwirin.

Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan di komcivîna partiya xwê de gotarek pêşkêş kir û têde behsa referandûma serxwebûna Kurdistanê jî kir ku biryar e 25ê Îlona bê pêkanîn.

Recep Tayyîp Erdogan li ser referandûma serxwebûnê wiha nêrîna xwe anî ziman: "Ji bo serxwebûna Iraqa Bakur avêtina gavekê, ji bo yekîtiya axa Iraqê metirsî ye, gaveke şaş û ne rast e. Vê yekê em dilgiran kiriye.

Em hêvî dikin ku li ser gotûbêj bêne kirin. Li vê herêmê tenê Bakurê Iraqê nîne. Kurd li Mûsil û Kerkûkê ligel tirkmen û ereban dijîn. Mer her tim xwsestiye gavên bi aştiyanê bêne avêtin û her tim yek parçeyiya axa Iraqê xwestiye.

Me dîtiye ku car caran hinek tişt ji kontrolê derketine. Wê yekê em dilgiran kiriye. Wezareta Karên Derve ya me jî daxuyanî dabû, ev yek ne di berjewendiyê ti aliyan de ye."

Erdogan der barê mijara Qeterê da wiha axivî: "Li holê welatek (Qeter) heye ku ji bo wê biryara dardekirinê hatiye dayin. Qralê Erebistana Siûdî divê wekî mezinê kendavê vê meseleyê çareser bike, ji bo gavên lazim bên avêtin pêşengiyê bike, fikra min ev e."

Rudaw
Top