• Saturday, 21 February 2026
logo

Li Xaneqînê Heşda Şeibî bi awayekî veşartî xortên kurd tevlî xwe dike

Li Xaneqînê Heşda Şeibî bi awayekî veşartî xortên kurd tevlî xwe dike
Derket holê ku li bajarê Xaneqînê yê Başûrê Kurdistanê, çend berpirsên kurd yên Heşda Şeibî bi awayekî veşartî xortên kurd tevlî Heşda Şeibî dikin, hinek ji wana li Iraqê dihêlin û hinekî jî dişîn Sûriyê.

Heftenameya Bas ji zarê çavkaniyekî ewlehiyê ragihandiye, li Xaneqînê çend berpirsên kurd yên Heşda Şeibî dest bi tomarkirina navê xortên kurd kirine û wan tevlî Heşda Şeibî dikin.

Wî jêderî daye zanîn ku her xortê kurd ku navê xwe tomar dike milyonek dînar dide Heşda Şeibî, piştî ku endamtiya wî hat qebûlkirin vêca her meh milyonek û 250 hezar dînar (1000 dolar) didin wî.

Li gorî agahiyên Basê, hinek ji wan xortên kurd yên ku bûne çekdarê Heşda Şeibî, li Iraqê dimînin hinek jî derbasî Sûriyê dibin û piştevaniya rêjîma Sûriyê dikin lê mûçeyê wan 1500 dolar e.

Xortekî Xaneqînî bi navê Hîwa Necmedîn ji Basê re behsa sebebên tevlîbûna xortên kurd di nav Heşda Şeibî de kiriye û gotiye, xortên Xaneqînê ji ber bêkarî û belengaziyê dibin çekdarê Heşda Şeibî. Li vir gelek kes hene dersa xwe xilas kirine lê ne hikûmeta Iraqê ne jî ya Kurdistanê kar nade wan ew jî bo jiyana xwe dibin çekdarê Heşda Şeibî.

Xortekî din yê Xaneqînî bi navê Hêmin Ebad jî ji Basê re gotiye, şerm û fedî ye ku kurd tevlî Heşda Şeibî bibin ji ber ku Heşda Şeibî ti carî nabin dostê kurdan. Ewên ku tevlî Heşda Şeibî dibin tenê bo dirav û pare ye, dê sibê jî li dijî gelê xwe şer bikin! Bila bibin Pêşmerge yan karekî din bikin, çima diçin dibin Heşda Şeibî!

Basnews
Top