• Saturday, 21 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Helwesta welatan normale

Nêçîrvan Barzanî: Helwesta welatan normale
Serokwezîrê Kurdistanê dibêje helwesta welatan derbarê refrandûmê de normale.
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê helwestên welatên derdor ya derbarê biryara part û aliyên siyasî yên Kurdistanê de ya bo refrandûmê got: Helwesta welatên derdor normale û ne tuned.
Derbarê civîn û danûstandinên li gel komela îslamî û tevgera goranê bo beşdarî kirin di prosesa refrandûmê de jî Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku danûstandinên wan li gel ew du aliyan didomin û hêvî dikin ku ew jî beşdariya prosesa han bikin jiber ku refrandûm ne ya ti part û aliyekiye belku ya gelê Kurdistanê bi giştiye û proseseke netewî û nîştimaniye.
Derbarê armanca refrandûmê de jî Nêçîrvan Barzanî got: Armanca me diyar û eşkereye û em dixwazin bi rêya refrandûmê raya giştî ya civaka cîhanî ji xwestek û biryarên gelê Kurdistanê agehdar bibe.
Top