• Saturday, 21 February 2026
logo

Neteweyên Yekbûyî soza dabû Şingalê bicîh tîne

Neteweyên Yekbûyî soza dabû Şingalê bicîh tîne
Nûnera Iraqê ya Alîkariyên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî Lîsa Grand ji Şingalê ragihand: “Me soz daye em dê werin Şingalê û sibe dest bi karê alîkariyê bikin.”

Herçend heta niha hikûmeta Iraqê heta niha ti alîkariyek nedaye Şingal û herêmên li dora wî yên ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin lê Cîgirê Parêzgarê Nînowayê dibêje, ew dê di demekê nêzîk de li Şingalê çendîn projeyan cîbicî bikin.

Nûnera Neteweyên Yekbûyî li Iraqê ya ji bo karûbarên mirovî Lîsa Grand û Cîgirê Parêzgarê Nînowayê Ebdulqadir Batûş, serdana Şingalê kir û ligel Qaymiqamê Şingalê mehma Xelîl civiyan.

Lîsa Grand di dema serdanê de ji Rûdawê re ragihand: “Weke seroka beşa xizmetguzariyên mirovî ya Iraqê me serdana Şingalê kir. Ji bo cîbicîkirina sozên xwe ku me dabûna Qayimiqam, emê sibê dest bi karan bikin.”

Grand diyar kir, ku ew dê dest bi nûjenkirina dibistanan, çêkirin û gihandina projeyên av û warê tendurustiyê bikin. Bi vî awayî bi sedan kesan re kar dabîn bikin.

Nûnera Neteweyên Yekbûyî Lîsa Grand da zanîn, ku ew dê projeya elekrîkê jî çêbikin û got: “Em hewldidin bi lez kar bikin da ku xizmetgûzariyên me zû bigihin xelkê.”

Ji destpêkê heta niha hikûmeta Iraqê ti alikariyek negihandiye Şingalê.

Cîgirê Parêzgarê Nînowayê Ebdulqadir Batûş jî got: “Karesat bi serê Şingalê de hat lê ti alîkarî ji wan re nehatine kirin. Sedem ew e, ku heta niha rewşa Şingalê aram nebû. Hinek alî hebûn, ku xirapkarî dikirin li Şingalê. Lê înşalleh dê ev rewş nemîne û dê xizmetên mezin werin kirin.”

Rêveberiya Şingalê jî daxwaznameyek pêşkeşî Neteweyên Yekbûyî kir. Di nav daxwaznameyê de, bi tevî alîkariya Şingalê, daxwaza rizgarkirina keç û jinên êzidî yên di destê DAIŞê de jî hebû.

Qaymiqamê Şingalê Mehma Xelîl jî da xuyakirin: “Heta niha soz didan lê pêk nedianîn. Vê carê bixwe hatin û bi çavê xwe dîtin. Dê ji vir şûnde soza xwe bicîh bînin.”

Ji sedî 80 yê Şingalê wêran bûye û piraniya nîştecihên wî jî koçber bûne. Şingalî li benda ji nûve avakirinê ne.

rudaw
Top