• Saturday, 21 February 2026
logo

Ji siyasetmedarê îsraîlî peyama referandûmê

Ji siyasetmedarê îsraîlî peyama referandûmê
Yek ji serkirdeyekî girîng ê Partiya Likud û wezîrê berê yê îsraîlî Gideon Saar piştgiriya xwe ji bo referandûma serxwebûna Kurdistanê ku biryar e 25ê Îlona îsal bê pêkanîn, ragihand.

Wezîrê berê yê karên navxweyî û perwerdeyê yê Îsraîlê Gideon Saar li ser hesabê xwe yê Twitterê piştgiriya xwe ji bo referandûma serxwebûna Kurdistanê ragihand.

Gideon Saar peyama xwe bi îngilîzî û îbranî belav kiriye û gotiye: “Ez piştgiriyî didim biryara referandûma dîrokî ya serxwebûna Kurdên iraqî.”

Saar piştî Serokwezîrê Îsraîlê û Serokê Giştî yê Partiya Likud Binyamin Netanyahu li wî welatî weke zilamê duyem tê naskirin û ji xelkê Îsraîlê ve tê hezkirin.

Tê gotin dibe ku Gideon Saar di sala 2019an de bibe serokwezîrê Îsraîlê.

Binyamin Netanyahu jî sala 2014ê de piştgiriya xwe ji bo serxwebûna Kurdistanê ragihandibû.

Rudaw
Top