• Saturday, 21 February 2026
logo

Helwesta Bulgarîstanê ya li hember referandûma Kurdistanê

Helwesta Bulgarîstanê ya li hember referandûma Kurdistanê
Serokwezîrê Bulgarîstanê Boyko Borîsov ragihand, ku hikûmeta wan heta niha helwesta xwe ya derbarê biryara referandûma Herêma Kurdistanê de ranegihandiye.

Serokwezîrê Bulgarîstanê Boyko Borîsov li ser pirsa parlamenterekî ya derbarê referandûma Başûrê Kurdistanê de got: “Bûlgaryayê helwesta xwe ya fermî ya derbarê referandûma ji bo serxwebûna Kurdistana Iraqê ranegihandiye.”

Serokwezîrê Bulgarîstanê diyar kir, ku di civîna roja 25ê Gulanê ya ligel Serokê Herêma Kurdistanê de, yek ji mijara wan hewlên Barzanî dane destpêkirin û mijara referandûmê ya derbarê hebûna dewleteke nû ya serbixwe de bûye.

Borîsov ragihand: “Me di wê civînê de helwesta xwe ranegihandiye. Barzanî ji me re behsa mijarê kir û me jî guhdar kir. Ji bo helwesta fermî jî divê parlamento biryarê bide.”

Serokwezîrê Bulgarîstanê amaje bi wê yekê kir, ku bi nêrîna welatê wî û Yekîtiya Ewropayê, giring e Hewlêr û Baxda cudahiyên xwe ji holê rabikin da ku bikarin bi hevre li hember gefa tûndrewan baştir bisekinin.

Roja 25ê Gulana 2017ê, li Sofyayê, Serokwezîrê Bulgarîstanê Boyko Borîsov pêşwaziya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir.

Roja 7ê Hezîrana 2017ê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel piraniya partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê civiya û di civînê de biryar hate wergirtin, ku roja 25ê Îlona 2017ê, ji bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê referandûm were kirin.

Piştî vê civînê Serok Barzanî bi nivîsîneke fermî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan raspart da ku amadekariyên yasayî yên referandûmê bike.

Rudaw
Top