Siyasetmedara Îsraîlî piştevaniya serxwebûna Kurdistanê dike!
Rêvebera partiya yekitiya sionîst û parlamentera berê ya Îsraîlê Ksenia Svetlova ji rojnameya Orşelîm re axift û ragehand: ‘’Pêwîste hikûmeta Îsraîlê di gav avêtinên serxwebûnê de piştevaniya herêma Kurdistanê bike.’’
Ksenia Svetlova daxwaz ji hikûmeta welatê xwe kir, ku bi pêkanîna referandoma serxwebûna Kurdistanê ya roja 25ê Îlonê pêkbê nas bike.
Ew siyasetmedara Îsraîlî berdewam piştevaniya pirsa kurd û serxwebûna Kurdistanê dike û daxwaza ava kirina peyvendiyên Tel Avîv û Hewlêrê dike.
basnews
