• Saturday, 21 February 2026
logo

Nivîskar û lêkolînvanê zankoya Parîs: Naha dema herî başe bo kurdan!

Nivîskar û lêkolînvanê zankoya Parîs: Naha dema herî başe bo kurdan!
Nivîskar û lêkolînvanê zankoya Parîsê dibêje naha dema herî guncaw û başe bo kurdan ku xwe bihêz bikin.

Nivîskar û lêkolînvanê karûbarê rojhilata navîn, mamostayê peyvendiyên navnetewî li zankoya Parîsê û endamê navenda navnetewî ya Jeopolitik li Parîsê Dr. Xetar Ebu Diyab di gotareke xwe de ku di malpera El-Erebiye de belav bûye radigehîne, piştî raperîna buhara 1991ê gelê kurd li Iraqê bû xwedî nîv serxwebûnê û herêma Kurdistanê, yekem herêma cîhanê bû ku artêş û polîseke bihêz lê hebû.’’

Herwaha amaje bi vê yekê jî kir, gelê Kurd gelê herî mezin ê bê dewlet ê cîhanê ye, yekdengiya hêz û aliyên kurd çeka herî bihêz a herêma Kurdistanê ye bo piştî pêkanîna referandoma serxwebûna Kurdistanê.

Li gor wî lêkolînvanî pêşhateyên li rojhilata navîn nîşan didin ku vegera rewşa rojhilata navîn a berî bûyerên şerê navxwe yê Sûriyê dagirkirinên rêxistina terorîst a DAIŞê pir zihmete û naha dema herî başe bo kurdan, ku xwe bihêz bikin.

Basnews
Top